• Friday, 06 February 2026
logo

Ozçelîk: Dewleta tirk kurdan asîmîle dike

Gulan Media February 20, 2012 Nûçe
Ozçelîk: Dewleta tirk kurdan asîmîle dike
Parlamenterê berê yê DTP’ê Osman Ozçelîk, li ser navê Komîsyona Ziman-Perwerdehî, Çand û Zanyariyê diyar kir ku dewleta tirk zimanê kurdî asîmîle dike û xwest hemû astengiyên li pêşiya perwerdehiya bi kurdî bên rakirin.

Osman Ozçelîk, bi helkefta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê, li Mêvanxaneya Şaredariyê civîneke çapameniyê pêk anî û diyar kir, zaravayê kurdî dimilkî (kirmanckî) li gorî pîvanên UNESCO’yê ber bi tunebûnê ve diçe û destnîşan kir ku zilm û zordariya li ser kurdî bi her awayî didome.

Ozçelîk, bal kişand ku li Tirkiyeyê bi milyonan kurd dijîn û wiha got: “Hikûmetên Tirkiyeyê, mixabin hê jî dev ji polîtîkaya asîmîlasyonê bernedane. Ev zext û zordariya li ser ziman, di heman demê de zext û zordariya li ser gelê kurd e jî.”

Ozçelîk, da zanîn ku ji avakirina Komara Tirkiyeyê ve polîtîkayên bişaftinê ên li ser zimanê kurdî û kurdan bi her awayî tê meşandin û wiha berdewam kir: “Îro heman polîtîkayê Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdoğan jî dimeşîne. Erdoğan li Bulgaristan û Almanyayê li hemberî asîmîlekirina tirkan derdikeve, lê polîtîkaya asîmîlasyonê ya li ser kurdan bi israr dimeşîne. Ev helwesteke pir watedar e.”

Ozçelik, xwest hemû astengiyên hiqûqî yên li pêşiya perwerdehiya bi kurdî bên rakirin û zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.

AKnews
Top