• Thursday, 05 February 2026
logo

Dr. Berhem pêşwaziya şanda hevbeş ya KCD û BDP kir

Gulan Media February 20, 2012 Nûçe
Dr. Berhem pêşwaziya şanda hevbeş ya KCD û BDP kir
Dr. Berhem pêşwaziya berpirsên siyasî yên bakurê Kurdistanê kir û yekîtiya helwesta netweyî Kurdan bi wan re gotûbêj kir.

Dr. Berhem Salih li bajarê Hewlêrê pêşwaziya şanda bilind ya siyasetmedarên Kurdên bakur kir ku ji van kesan pêk hatibû: Hevserokê BDP Selahedîn Demîrtaş, hevserokên KCD Ehmed Turk û Aysel Togluk, siyasetmedara Kurd û nûnera Amedê di perlemana Tirkiyê de Leyla Zana û hin parlemnterên Kurd yên din.

Di civîna xwe de, her du aliyan pirsa Kudî gotûbêj kirin û li ser pirsa yekîtiya neteweyî jî axivîn.

Tê zanîn ku şanda BDP û KCD bi mebesta beşdarîkirina di merasîma 66`mîn ya avakirina Komara Kurdistanê serdana Hewlêrê kirin û gotara xwe di merasîmê de pêşkêş kirin.
Top