• Friday, 06 February 2026
logo

Naveroka gotara Mesûd Barzanî di salvegera damezrandina Kumara Kurdistan de

Gulan Media February 20, 2012 Nûçe
Naveroka gotara Mesûd Barzanî di salvegera damezrandina Kumara Kurdistan de
Di salvegera damezrandina Komara Kurdistan de li Hewlêra paytext Mesûd barzanî serokê herêma kurdistanê gotarek pêşkêş kir. ev jî navarûka wê ye.

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê got: "Îro em 66`mîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê ya li Mihabadê bi bîr tînin, ku werçerxanekî dîrokî bû di dîroka gelê Kurdistanê de û rûdaweke girîng û derfeteka pir biha bû, çendîn temena xwe kurt jî bû, lê belê heta îro maye û wê heta Kurd hebê jî wê bimînê."

Serokê herêmê got: "Dîroka gelê me ji rojên tal û şîrîn û hevraz û nişûv pirin. Di dîrokê de neheqiyeke mezin li gelê Kurdistanê hate kirin, bê ku li me bipirsin em hatin parçekirin, digel vê yekê jî, bi dirêjahiya dîrokê xebata miletê me berdewam bû ku serdemekê xebata çekdarî bû ku bi neçarî û ji bo em nasnama xwe biparêzin me çek hilgirtiye. Spasiya Xwedê û xwîna şehîdan û qehremanên gelê me dikim ku me ew qonaxa bi serkeftî û serfirazî derbas kir. Niha jî serdema bi destanîna mafê meye, ez digel wê yekê nînim ku divê mafê me bidin, divê em mafê xwe bigrin."

Di beşekî din ya gotarê de Serokê Herêmê got: "Mixabin di dema xebata çekdarî de, ziyaneke mezin gihîşte miletê me û miltên birayê me. Hewleke zor hate kirin ku şerê Kurdan digel neteweyên din Fars, Ereb û Tirkan pêxin, lê ew hewildan bi serneketin. Di 100 salê borî de, ezmûneke tejî me li şûn xwe hîşt, di vê dema dirêj de, ne me karî wan dewletane tunebikin, ne jî wan dewletan karîn me tunebikin, ev nîşana wê ye ku kêşeya gelê me bi şer çareser nabê, tenê bi aştî çareser dibe û eger bersiva dewletan li gor asta pêwîst jî nebê wê demê divê bêhna me fereh bê."

Mesûd Barzanî ev jî got: "Mafê çarenivîsa me heye, lê belê pirsyar ev e çawa emê vê mafê bi kar bînin. Di baweriya min de her parçeyekî Kurdistanê taybetmendiya xwe heye, ji alyekî din ve divê em bizanin kêşeya me netewî ye eger em temaşeyî dîrokê bikin, mera dibîne ku rêbertiya şoreşan ji aliyê Şêx û Seyîd û Meleyan ve bi rê ve çû ye, ev tê wê wateyê ku girifta me ne Olî ye, peyayên Olî daxwaza bi desthanîna mafê neteweyî kirine.
Di dawiya gotina xwe de, serokê Herêma Kurdistanê got: "Em şagirtên dibîstana Qazî Mihemed û Şêx Mehmûd û Şêx Seîd Pîran û Barzanî yên nemirin û heta dawiyê em ê li ser rêbaza wan berdewam bin."
bê pêşkêş kirin.
Top