Parlamenterekî Kurd: Ti firqeyekî artêşa İraqê ji bo Qendîlê nayê şandin
Di nava du rojên borî de gelek dezgehên ragihandinê li ser zimanê Qasim el-E’rebî belav kirin ku Wezareta Parastinê ya İraqê pêşniyar kiriye ku firqeyekî leşkerî ya taybet ji bo parastina sînorên İraqê yên ligel Tirkiye û Îranê bê pêkanîn. Bi taybet jî li navçeyên çiyayî yên Qendîlê bê bicihkirin.
Herwiha hatibû gotin ku divê ew firqe ji hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên İraqê bê pêkanîn. Ew firqe jî wekî serokê giştî yê hêzên çekdarî di bin deshilata Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî de be.
Endamê Lijneya Yasayî û Parastinê yê parlamentoya İraqê Şiwan Mihemed Teha ew gotin red kir û ji Rûdawê re got: “Wezareta Parastinê ya İraqê ji bo dirustkirina firqeyekî nû ya ji hemû pêkhateyan û şandina bo navçeyên ser sînorê Herêma Kurdistan û Qendîlê bi armacan parastina sînorên Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran daxwaz ji lijneya me nehatiye kirin.”
Şiwan Mihemed di berdewama axaftinên xwe de got: “Biryare 2 firqeyên leşkerî yên taybet bi Kurdan bên dirûstkirin. Lê heta niha ew mesele nehatiye yek alîkirin. Ev 4 mehe me daxwaz kiriye ku 2 firqeyên leşkerî bên dirûstkirin û hemû leşker Kurd bin. Herwiha hemû çek, perwerde, kesên perwerdeyê didin, mûçe û pêdivî ji aliyê Wezareta Parastinê ya İraqê ve bên veqetandin.”
Parlamenterê Kurd Şiwan Mihemed bal kişand ser wê yekê ku wekî mafekî neteweyî, ev demeke daxwaz kirine ku 2 firqeyên leşkerî yên taybet bi Kurdan bên dirûstkirin û erkê wan ê serekî parastina sînorên Herêma Kurdistanê be.
Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê yê Parlamentoya İraqê Qasim el-E’recî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re heman zanyariyên parlamenterê İraqê Şiwan Mihemed piştrast kir û got: “Gotinên min bi şaşî hatine fêmkirin.”
Rudaw
