Parlamenterê AKP’ê: 34 kes bê sebep hatin kuştin
Parlementerê AKP'ê yê Êlihê Zîver Ozdemîr, li Batmanê 9 salên parlementertiya xwe nirxand. Ozdemîr, rexneyên ku li AKP’ê tên kirin qebûl nekir û destnîşan kir ku AKP tiştên baş li Tirkiyeyê kirine.
Ozdemîr, bal kişand ser komkujiya li Roboskê û got: "34 kesên li Gundê Roboskiya Qilebanê hatin kuştin vala vala hatine kuştin. Mirovên bêsûc û bêguneh bûn. Kesên li kolanan tên kuştin jî vala vala tên kuştin."
Rudaw
