Rûsya dê bi welatên kendavê re bicive
Li gorî rojnameya “el-Heyat” Mikhail Bogdanov Wezîrê Derve yê Rûsyayê gotiye ku Moskow daxwaza sazdana civîneke lezgîn û di zûtirîn dem de digel Encûmena Dewletên Kendavê bisaze û tê de bigihin pevgihiştinekê sebaret kêşeya Sûriyê.
Bogdanov tekez kiriye ku pêwîst e hevdîtin lezgîn be û berî sazdana civîna Dostên Sûriyê li Tûnisê be.
Her wiha Wezîrê Derve yê Rûsiya got ku welatê wî hewl dide gotûbêjan digel hevalên xwe bidomîne.
Aknews
