• Thursday, 05 February 2026
logo

Bi Amade Bûna Barzanî Salvegera Damezrandina Yekîtiya Ciwanên Demokrat Yên Kurdistanê Hate Bîr Anîn

Gulan Media February 19, 2012 Nûçe
Bi Amade Bûna Barzanî Salvegera Damezrandina Yekîtiya Ciwanên Demokrat Yên Kurdistanê Hate Bîr Anîn
Îro li Hewlêrê bi beşdariya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û hijmareke Rayedarên din yên Kurdistanê 59mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Ciwanên Demokrat yên Kurdistanê hate bîranîn.

Di destpêka vê merasima han de Sekreterê Yekîtiya han peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser Dîroka damezrandina vê yekîtiya han û kar û xebat û destkeftên vê Yekîtiyê di wan salên dawî de.

Piştre Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û 59mîn salvegera damezrandina her dû Yekîtiyên Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Ciwanên demokrat yên Kurdistanê pîroz kir û balkêşande ser peyva Barzaniyê Nemir ya ku, di wesifê Ciwanan de bikar anî bû û ragihand ku, paşerojeke gelek geş û baş li pêşiya me deye lewre pêwîste xwe amade bikin.

Serok Barzanî di derbarê damezrandina kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê de jî diyar kir ku, vê di demeke nêz de kabîneya han jî dest bikarên xwe bike û hêvî dikim di kar û erkên xwe de serkeftî be, Serok Barzanî herwiha destxweşiyên xwe jî pêşkêşî kabîneya 6an ya Hikûmeta Kurdistanê kir.

Serok Barzanî diyar kir ku, hewl tê dayîn daku, tevahiya aliyan di nava kabîneya 7an de cîh bigirin û ev aliyên ku, beşdarî jî nakin ev îradeya xwe heye û rêz ji îradeya wan re jî tê girtin.

Di derbarê prosesa çaksazî û reforman de jî Serok Barzanî diyar kir ku, ev prosesa han bi awayekî cidî didome û ez bo xwe çavdêriya vê prosesa han dikim.

Serok Barzanî di dirêjahiya axaftinên xwe de behsa zimanê yekgirtî yê Kurdî jî kir û got; pêwîste bo amade kirina zimanekî yekgirtî ya Kurdî bo nivîsandin û xwendinê kesên pspor bi her awayî hewl bidin û ev zimanê han amade bikin.

Di derbarê rewşa siyasî ya Îraqê û aloziyên heyî de jî Serok Barzanî diyar kir ku, em weke Kurd dixwazin di demeke nêz de aloziyên heyî werin çareserkirin û em di vê baweriyê dene ku, pêwîste peymannameya Hewlêrê, madeya 140 û meseleya pêşmerge jî werin cîhbicîhkirin.

Di derbarê meseleya Cîgirê Serokkomarê Îraqê Tariq Haşimî de jî Serok Barzanî diyar kir ku, exlaq û çanda Kurdewarî wisa li me dike ku, em rêz ji mêwanên xwe bigirin.
Top