Dema bi destxistina mafê Kurdane û divê biryar li ser bê dayîn
Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 66. salvegera damezirandina Komara Kurdistanê Kurdistanê de di gotara xwe ya pêşkêşkirî de behsa dîrok û giringiya Komara Kurdistanê kir û got: “Niha dema bi destxistina mafê Kurdane û divê biryar li ser mafê Kurdan bê dayîn.”
Barzanî di berdewama axaftinê de got: “Hemû rastî derdixin holê ku pêwîste pirsa Kurd bi aştiyane bê çareserkirin. Ger em dest bi aştiyê bikin, ev serwerekî mezin e. Divê em ber bi rêyên diyalogê ve biçin û bêhna me ligel welatên cîran dirêj be.”
Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de bal kişand ser wê yekê ku cîhan di nava guhertinan de ye, guhertinên lez çêdibin û divê Kurd xwe ji bo van guhertinan amade bikin. Herwiha Barzanî bal kişand ser wê yekê ku her parçeyekî Kurdistanê taybetmendiyên xwe heye û mafê me yê çarenivîsê heye.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wiha dawî li axaftinên xwe anî û got: “Niha li holê hewldanekî din heye û çend xwefiroş dixwazin dîroka Kurdan têk bidin. Em dizanin ew kes kîne û çi dikin.”
Rudaw
