• Thursday, 05 February 2026
logo

Dema bi destxistina mafê Kurdane û divê biryar li ser bê dayîn

Gulan Media February 19, 2012 Nûçe
Dema bi destxistina mafê Kurdane û divê biryar li ser bê dayîn
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku pêwîste Kurd ji bo bi destxistina mafê xwe dest bi guftûgoyan bikin.

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 66. salvegera damezirandina Komara Kurdistanê Kurdistanê de di gotara xwe ya pêşkêşkirî de behsa dîrok û giringiya Komara Kurdistanê kir û got: “Niha dema bi destxistina mafê Kurdane û divê biryar li ser mafê Kurdan bê dayîn.”

Barzanî di berdewama axaftinê de got: “Hemû rastî derdixin holê ku pêwîste pirsa Kurd bi aştiyane bê çareserkirin. Ger em dest bi aştiyê bikin, ev serwerekî mezin e. Divê em ber bi rêyên diyalogê ve biçin û bêhna me ligel welatên cîran dirêj be.”

Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de bal kişand ser wê yekê ku cîhan di nava guhertinan de ye, guhertinên lez çêdibin û divê Kurd xwe ji bo van guhertinan amade bikin. Herwiha Barzanî bal kişand ser wê yekê ku her parçeyekî Kurdistanê taybetmendiyên xwe heye û mafê me yê çarenivîsê heye.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wiha dawî li axaftinên xwe anî û got: “Niha li holê hewldanekî din heye û çend xwefiroş dixwazin dîroka Kurdan têk bidin. Em dizanin ew kes kîne û çi dikin.”

Rudaw
Top