Komîteya kongra niştimanî ya Iaqê îro dicive
Civîn dê bi beşdariya 12 endamên ku nûneratiya her sê frakisyonên sereke (Hevpeymaniya Niştimanî, Lîsteya Iraqiye û Hevbendiya Frakisyonên Kurdistanê) dike li mala Cîgirê Serokomar Xizeyir Xuzaî li bajarê Bexdayê birêve biçe.
Biryarderê Parlamentoya Iraqê Mihemed Xalidî ji AKnewsê re ragihand ku ew komîte dê îro bi amadebûna nûnerên hemû aliyên pêwendîdar bicive û ti rêkeftinek li ser paşxistina dema kongirê tune ye.
Civîna îro di demekê de ye ku rewşa siyasî ya Iraqê aloztir bûye, bi taybet nakokiyên navbera Lîsteya Iraqiye û Hevpeymaniya Niştimanî zêdetir bûne piştî ku Cîgirê Serokomar Tariq Haşimî ji hêla hikûmetê ve bi sûca “terorê” hate sûcdarkirin.
