• Thursday, 05 February 2026
logo

Befirê hatinûçûna sinorê parêzgeha Duhokê girt

Gulan Media February 19, 2012 Nûçe
Befirê hatinûçûna sinorê parêzgeha Duhokê girt
Dêwalî Hemê Birîndar rêveberê sexbêrî û parastina rêk û piran li parêzgeha Duhokê bo Evro diyarkir ku ji ber hatina befirê şivêdê ji bilî rêya Duhok–Baedirê, hemû rêyên sinorê parêzgeha Duhokî li gel qeza û nahiya û gondan hatine girtin û got "duhî spêdê 18/2 tîmên ramalîna befirê li hemû qezayên parêzgehê dest bi ramalîna befirê kiribûn ku hatibûne girtin, rêka Zaxo, Batîfa, Kanê masê berî demjmêr 11 hate vekirin û rêka Zawîte, Sersinik, Şêladzê, Balinda berî 12 î nivîro hate vekirin, rêka Siwaretîka, Çemankê, berî demjmêr yekê nîvro hate vekirin, rêya Dînarte, Akirê, Pîrs, Barzan, demjmêr yek hate vekirin ".

Dêwalî diyarkir ji ber berdewam hatina befirê, sê caran tîmên wan dest bi ramalîna befirê kirine, lê duhî bi şev li demjmêr 6 û nîv tîmên wan rawestiyayne û paşan hemû hatine girtin.
Top