• Thursday, 05 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî Beşdariyê di xweşiyên ciwan û xwêndekarên Kurdistanê de dike

Gulan Media February 18, 2012 Nûçe
Mesrûr Barzanî Beşdariyê di xweşiyên ciwan û xwêndekarên Kurdistanê de dike
Duh danê Êwarê li Hewlêrê birêz Mesrûr Barzanî beşdariya merasima bîranîna 59mîn salvegera damezrandina her dû Yekîtiyên Xwendekarên Kurdistanê û Ciwanên Demokrat yên Kurdistanê kir.

Hevdem ligel gehêştitna birêz Mesrûr Barzanî bo baregeha her dû Yekîtiyên han, bi germî ji aliyê Endam û Berpirsên her dû Sekretariyeta wan Yekîtiya û girseyeke zêde ve hate pêşwazîkirin.

Birêz Mesrûr Barzanî di çarçoweya serdana xwe de bo her dû Yekîtiyên nav hatî de bi rêya kanalên ragihandinê peyame pêşkêşî amadebûyan kir û kêfxweşiya xwe li hember vê bîranîna han diyar kir.

Birêz Mesrûr Barzanî di berdewamiya peyva xwe de daxwaz ji çînên Xwendekar û Ciwanên Kurdistanê kir ku, di pêvajoya îro ya Kurdistanê de rola xwe ya girîng bilîzin jiber ku, pêvajoya niha pêvajoyeke gelek hesase lewre pêwîstiya civaka me bi hişiyarî û zana bûna wan çînan heye bo parastina destkeftên Gelê me û awedan kirina welatekî pêşkeftî û aram.
Top