Piştî Rûsya Çînê jî piştgirî da referanduma Beşar El Esed
ji bo birayara Esed ragihand. Jun serdana Sûriyê kir û li Şamê ligel Serokdewletê Sûriyê Beşar El Esed hevdîtin pêk anî. Jun di hevdîtinê da diyarkirin ku, ew piştgiriya biryara Esed ya referandumê dikin.
Jun her wiha bang li hemû aliyan kir ku tundiyê bi dawî bikin. Got jî, divê qeyrana li Sûriyê bê mûdaxeleyên derve, bi rêka diyalogê were çareser kirin.
Serokdewletê rêjîma Sûriyê Esed jî, helwesta Çînê der barê Sûriyê de bi keyfxweşî pêşwazî kir û got ku, Sûriyê beramber bê bexetiyek e parçekirinê ye û bernama referandumê li gor tê xwestin bi rêve naçe.
Hêjayî gotinê ye, partiyên siyasî ên Kurdên Rojava jî der barê referanduma 26'ê Sibatê de ku dê li dar bikeve de nerazîbûna xwe diyarkirin û gotin ku, ew vê referandumê qebûl nakin, ji ber ku der barê gelê Kurd de ti pêngav nîn e.
Avestakurd
