Mesrûr Barzanî 59mîn Salvegera Damezrana Yekîtiya Ciwan Û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê Pîroz Kir
Birêzan li desteya Sekretariyet û endamên birêz yên her dû saziyên yekîtiya Xwendekarên Kurdistan û Yekîtiya Ciwanên demokrat yên Kurdistanê silav û rêz…
Bi germî 59mîn salvegera damezrandina her dû saziyên têkoşer yên Yekîtiya xwendekarên Kurdistan û Yekîtiya Ciwanên demokrat yên Kurdistanê li we, tevahiya endamên her dû saziyan alîgir û tevahiya Gelê Kurd pîroz dikim.
Berdewam bûna we di xebat û têkoşanê de di roja damezrandina wan saziyan de heta roja îro nîşaneya dilsoziya we bo welat û Gelê xwe ye.
Cîha şanaziyêye ku, hun weke dû debistanê sereke kariye bi sedan û bi hezaran kadroyên dilsoz yên Gel û nîştiman perwerde bikin.
Her çawe ku, destkeft û ezmûna îro ya Kurdistanê berhema xebat û dilsoziya we û hevlên weye her bi vê awayî jî îro hun weke xwendekar û ciwanên Kurd di her warî de bi taybetî di warê parastin û pêşxistina ezmûna demokratîk ya Kurdistanê de jî xwedan roleke sereke û girîngin jiber ku, di pêvajoya niha de Gelê me di warê pêşxistina têkoşîn û ezmûna xwe ya demokratîk de pêdeviya xwe bi hêz û enerjiyeke bihêz û ciwan heye.
Bo dabîn kirin û gerentî kirina paşerojeke baş bo welat û Gelê xwe hun weke Xwendekar û Ciwanên Kurd xwedan roleke sereke û girîngin.
Hun netenê motora pêşkeftina demokrasiya Kurdistanê ne belku di heman demê de jî paşeroja welat ya weyen û hun xwedanên paşeroja welatin.
Hêvî dikim bi minasebeta vê bîranîna han ya pîroz û giranbeha hun bi hevkariya tevahiya saziyên din yên medenî û curbicur hewl bo parastina welat, ezmûna demokratîk û destkeftên heyî û çanda lêbûrîn, bihevre jiyan û dûr bûn ji tundûtîjî bidin.
Bila tevahiya em bi hev re rêz ji nirxên bilind yên mirofdostî, aştî û demokrasî bigirîn û întîmaya me bo welat, nîştiman û paşeroja welat be.
Careke din hêvî dikim ku, her dû saziyên we yên têkoşre hêkdirên alaya parastina ezmûn û destkeftên heyî bin û bi rêbaza kar û xebata xwe bibin hêviya bi dest xistina maf û azadiyên Xwendekar û Ciwanên Kurdistanê.
Dûbare serfiraz û serbilind bin.
Birayê we Mesrûr Barzanî
18.2.2012
