• Friday, 06 February 2026
logo

Li nêzîk koşka komariyê xwepêşandaneke mezin Dîmeşq hejand

Gulan Media February 18, 2012 Nûçe
Li nêzîk koşka komariyê xwepêşandaneke mezin Dîmeşq hejand
Îro li paytexta Sûriyê Dîmeşqê li navçeya Mezê bi hezaran xwepêşander di merasîma cenazeyên ciwanên ku roja înê hatibûn şehîdkirin de, mezintirîn xwepêşandana li dijî Esed bi rê ve çû û 30 hezar kes beşdarî xwepêşandanê kirin.

Li gor şahedhalên ku ji reutersê re ragehandine ku hêzên ewlekariya Sûriyê êrişî xwepêşanderan kirin ji bo belavkirina xwepêşenderan di encamê de 1 kes hate kuştin û 3 kes hatin birîndar kirin, di nav de jinek jî di serê xwe de birîndar bûye.

Hejayî gotinê ye ku xwepêşenderan druşmên, “Bi can bi xwîn em bi tere ne ey şehîd” û “yeke yeke yeke gelê Sûriyê yeke” bang dikirin.

Xendan
Top