Serokkomarê Almanyayê ji ber gendeliyê îstifa kir
Krîza derbarê Serokkomarê Almanyayê Christian Wulff di 13ê Kanûna sala borî dest pê kiribû. Wê demê eşkere bûbû ku Christian Wulff hemû ahagiyên derbarê wergirtina krediyeke 500.000 Euro ji bo kirîna maleke xwe eşkere nekiribû û bi vê yekê Lijneya Çavdêr ya Parlementoyê xapandiye. Piştî wê herwiha eşkere bûbû ku Christian Wulff ji bo eşkerenekirina vê babeta krediyê telefonî sernivîskarê rojnameya BILD, Kai Diekmann, kiribû û ew îndîrekt tehdîd kiribû. Piştî ku ev yek di çapemeniya almanî de belav bûbû, Christian Wulff ketibû ber erişên çapemeniya almanî yên dijwar û rojane raportên nû derbarê jiyana wî de û sûdwergirtina wî ya aborî ji postên wî yê siyasî eşkere dibûn, ku li gor qanûnên almanî nabe postekî siyasî ji bo wergertina sûdên aborî bê bikar anîn.
Li gor qanûnên Almanyayê, piştî xwepaşdekişandina Serokkomar, 30 roj dem ji bo hilbijartiya serokkomarekî nû heye. Wekî berbijêrên nû ji bo serokkomariya Almanyayê, herî zêde behsa van kesan tê kirin: Wezîrê Parastinê Thomas de Maizière, Wezîrê Darayî Wolfgang Schäuble, Wezîra Kar Ursula von der Leyen, Serokê Parlemetoya Almanyayê Norbert Lammert, Wezîrê Berê yê Jîngehê Klaus Töpfer (hemû ji partiya CDU ne). Wekî din parêzvanên mafên mirovan Joachim Gauck, yê ku sala 2010ê li hemberî Christian Wulff bi ser neketibû, wekî kesekî kêrhatî ji bo serkomariya Almanyayê tê dîtin.
Rudaw
