• Thursday, 05 February 2026
logo

Balafirên amerîkî çavdêriya rewşa Sûriya dikin

Gulan Media February 18, 2012 Nûçe
Balafirên amerîkî çavdêriya rewşa Sûriya dikin
Hat ragihandin, balafirên bê balafirvanên amerîkî li asmana Sûriya difirin ji bo çavdêrîkirina êrişên artêşa Sûriya dijî xwepêşanderan.

Kenala NBC ya amerîkî ji zarê berpirsên li Pentagonê veguhastiye ku armanca çavdêrî ne wek amadekariyekê ye ji bo êrişeke leşkerî, lê belê îdareya Obama dixwaze belgeyan li ser tevger û liva hikûmeta Sûriya kom bike daku di asta navdewletî de dijî rejîma Esed bikar bîne.

Berpirsên Pentagonê aşkere kirin ku niha Koçka Spî û her du wezaretên Derve û Bergiriyê derbarê şandina şandên mirovî bo Sûriya gotûbêjê dikin.

Her wiha ronî kir ku di gotûbêjan de tirsek derket holê li dor karîna çûna wan şandan bê ku kesên tê de beşdar rastî metirsiyeklê bibin, wê demê jî Amerîka dê naçar be rolekî leşkerî li Sûriya bikarî bîne.

AKnews
Top