• Friday, 06 February 2026
logo

Serokkomarê Îraqê 59mîn Salvegera Damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê Pîroz Kir

Gulan Media February 18, 2012 Nûçe
Serokkomarê Îraqê 59mîn Salvegera Damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê Pîroz Kir
Duh Serokkomarê Îraqê Celal Talebanî bi minasebeta 59mîn salvegera damezrandina yekîtiya xwendekarên Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî endam û alîgirên vê yekîtiya han kir.

Serokkomarê Îraqê di beşek ji vê peyama han de kêfxweşiya xwe ya li hember salvegera damezrandina yekîtiya han diyar kiriye û hêviya serkeftin û xebata berdewam ji yekîtiya han re kiriye.

Serokkomarê Îraqê di dirêjahiya peyama xwe de daxwaz ji yekîtiya xwendekarên Kurdistanê kiriye daku, her çawe ku, di demên derbasbûyî de pêşengên xebat û têkoşînê bûne niha jî her bi vê rengî xebata xwe ya serdemiyane bidomînin.

Talebanî di beşeke din ya peyama pîrozbayiya xwe de daxwaz ji yekîtiya xwendekarên Kurdistanê kiriye daku, bi her awayî di xebat û têkoşîna xwe de hewl ji bo parastina destkeftên Gelê Kurd û yekrêziya nav mala Kurd bidin û di warê demokrasî û çanda lêbûrînê de pêşengiya civakê bikin.
Top