Kurdên Rojawa Daketên Kolanan Û Dest Bi Xwepîşandanê Kirin
Di xwepîşanda îro ya Kurdên Rojawayê de welatiyên Kurd daxwaza dawî anîn bi dîktatoriyet û hilweşandina rejîma Beşdar Esed kirin.
Her îro li Bajarên din yên Sûriyeyê de jî xwepîşandan dom kirin û hijmareke welatî jî bi destê hêzên ewlekarî yên rejîmê hatin koştin.
Tê zanîn ku, aliyên siyasî yên Kurdî ên li Rojawayê Kurdistanê de dû roj beriya niha bihevre belavokek weşandibûn û yekgirtina xwe ji raya giştî re eşkere kiribûn.
