Barzanî ji parlamentoyê xwest amadekarî bo sûndxwarina cîgirê wî bê kirin
Ewnî Bezaz, ji AKnewsê re got, serokê herêmê, Mesûd Barzanî, bi fermî, parlamentoya Kurdistanê ji destnîşankirina Kosret Resûl Elî wek cîgirê xwe, agahdar kiriye.
Bezaz, diyar kir, Barzanî, di nameyê de daxwaz kiriye amadekariyên pêwîst bo sûndxwarina cîgirê nû yê serokê herêmê bên kirin.
Li bara dema sûndxwarinê de jî, Bezaz got, heta niha dema sûndxwarinê nehatiye destnîşankirin, ji ber ku heta bêhnvedana parlamentoyê bi dawî nebe, ev yek pêk nayê.
AKnews
