• Thursday, 05 February 2026
logo

Yekgirtû naxwaze 17ê Sibatê bi xwepêşandanan were bîranîn

Gulan Media February 16, 2012 Nûçe
Yekgirtû naxwaze 17ê Sibatê bi xwepêşandanan were bîranîn
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dibêje ku ew naxwazin bûyerên 17ê Sibata sala borî li Silêmaniyê û derdora wê bi xwepêşandanan bihêne bîranîn.

Selahedîn Mihemed Behaedîn beyanameyek belav kir, kopiyeke wê gihîştiye AKnewsê jî, têde hatiye, “roja 17ê Sibata 2011 destpêka çalakiyeke civakî bû, ku mafê xwepêşandanê da pêş û asta hişyariya welatiyan bilind kir”.

Sekreterê Yekgirtûya Îslamî aşkere dike, ji 17ê ve hate tekezkirin ku di rewşa erênî û nerênî de dengê şeqama Kurdistanê bingehîn e û hêviyên welatiyê kurd ê asayî li xwe digre, ew jî ji armancên serekî yên Şoreşa Rizgariya Gelê Kurd bû, çunkî rûmeta mirovê kurd yek e ji wan armancan.

Her di wê beyanameyê de hatiye ku li gor rewşa Herêma Kurdistanê divê hemû cureyên têkdan û piştguhxistinê nehên kirin, û ji bo çaksaziyê kar bihê kirin û bi pêyî baweriya man (Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê) divê helkefta 17ê Sibatê ne bi xwepêşandanan were bîranîn.

AKnews
Top