• Thursday, 05 February 2026
logo

Kobanê alaya Baas daxist û ya Kurdistanê bilind kir

Gulan Media February 16, 2012 Nûçe
Kobanê alaya Baas daxist û ya Kurdistanê bilind kir
Endamekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ragihandin ku piştî rêwresmên cenazeyê Farûq Îsa, ciwanên Kobanê li ser çend avahiyên hikûmî alaya Baas daxist û ya Kurdistanê bilind kir.

Li bajarê Kobanê (bakurê Sûriyê) di şer û pevçûnên navbera alîgirên Partiya Yekitiya demokrat (PYD) û malbata sîxurkar Mehmo Hacik Begarî bi piştgiriya hêzên rejîma Sûriyê, xortê bi navê Farûq Îsa canê xwe ji dest da û serokê baregeha Hêzên Ewlehiya Asmanî yê tê nasîn bi “Ebû Meaz” hate kuştin û 2 endamên din jî birîndar bûn.

Mistefa Îsmaîl Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihandin, “Ti têkeliya Farûq Îsa bi bûyerê re nebû, dema ew ligel malbata xwe di kolanê re derbaz dibûn fîşekek li wî ket û canê xwe ji dest da.”

Lê tiştê balkêş li gor Îsmaîl dibêje ku di şerê ku bêtirî saetekê dirêj kir, hêzên ewlehiyên yên din û rêveberiya herêma Kobanê nêzî bûyerê nebûn û çi bertek nîşan nedan, “vê yekê jî gelek pirs bê bersiv hiştin.”

Derbarê Îsa de Îsmaîl ronî kir, “Ew endamê Partiya Demokrat a Pêşverû ye, lê di rêwresmên cenazeyê wî de ku li goristana Tirmîk bi xak hate spartin, hemû gelê Kobanê beşdarî kir.”

Îsmaîl diyar kir ku di rêwresmên cenazeyê de gotina Serokê Partiya Demokrat a Pêşverû Hemîd Hec Derwêş û gotina ENKS û ya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê hatin xwendin.

Endamê Desteya Cîbicîkar yê ENKS got, “Gotinan hemû aliyan daxwaza yekrêzî û yekhelwestiya kurdan kir û tekez li ser parastina rewşa aştiyane li hemû herêmên kurd kirin.”

Di rêwresmên cenazeyê de weku di wêneyan de jî diyar e, alayên Kurdistanê û alaya serxwebûna Sûriyê û alaya PYDê û rêxistinên wê hatin hildan.

Parêzer Mistefa Îsmaîl aşkere kir ku alîgirên PYDê 4 xaniyên Hacik Begarî şewitandin û yek ji wan avahiyeke mîrî (hikûmî) ku di destê kurên Hacik Begarî de bû.

Îsmaîl diyar kir ku coş û kela ciwanan hişt ku hinek xort alaya Baasê ji ser avahiyeke partiya Baasê bixînin û alaya Kurdistanê li şûnê bilind bikin.

kurdên Sûriyê Ji aliyê cografîk ve, li 3 herêman belav in, Cizîr, Kobanê û Efrîn. Herêma Kobanê, beşekî cihê ye ji herêmên din, lê piraniya daniştiyên wê kurd in ji bilî hinek erebên ku ji aliyê rejîma Baasê ve li bajêr hatine bicihkirin.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka xwepêşandanên dijî rejîma Esed de, di 15ê adara 2011ê ta niha bêtirî 7 hezar kes li ser destên hêzên Sûriyê û alîgirên Beşar el-Esed hatine kuştin û bi deh hezaran girtî û aware bûne.

Aknews
Top