• Thursday, 05 February 2026
logo

Dr. Berhem û Turbine tekez li ser pêşvebirina peywendiyên Îspanya û Herêmê kirin

Gulan Media February 16, 2012 Nûçe
Dr. Berhem û Turbine tekez li ser pêşvebirina peywendiyên Îspanya û Herêmê kirin
Duh li Silêmaniye Dr. Berhem Salih pêşwaziya balyozê Îspanya li Êraqê Jose Turbine kir.Di hevdîtina ku wezîrê xwendina bilind û zanistiyê Dr. Dilawer Eladîn û nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Îspanya Daban Şedele amadebûn, li ser rewşa siyasî ya Êraqê û Herêma Kurdistanê û pêşeroja navçeyê hate goftûgo kirin.

Her di wê çavpêketinê de Dr. Berhem Salih û Jose Turbine cext li ser pêşvebirina peywendiyan di navbera Îspanya û Êraqê û Herêma Kurdistan hate kirin.

Sebaret bi peywendiyên navbera Îspanya û Herêma Kurdistanê jî Dr. Berhem zêdetir cext li ser xurtkirina peywendiyan bi taybet li barê aborî û geştûguzariyê û çalakiyên werzişî û handana veberhênanê her weha ji bo karkirina kampaniyên Îspanî li Herêma Kurdistanê kir.

Balyozê Îspanî lî Êraqê peroşiya xwe bo ew zemînsaziya li Herêma Kurdistnê ku heyî ji bo veberhênanê da nîşandan.

Li beşekî din yê hevdîtinê de behsa gavên welatê Îspanyayê hate kirin ku bi rêya yaneya Riyal Medrîdê ya Îspanî 4 ekademiyên werzişî li Herêma Kurdistanêî hatine vekirin.
Top