Roj Şaweys: Gefên Bexdad yên Dijî Kompaniyayên Petrolê Ziyanê Digîhên Iraqê
Cêgirê serokwezîrê Iraqê Dr. Roj Nûrî Şaweys, di beyanameyekî de tekez kir kû gefên li ser wan kompaniyayên cîhanî yên Petrolê kû li herêma Kurdistanê kar dikin, nakokiyên navbera Herêma Kurdistan û Bexdadê pirtir dek û wêneyekî xirab dide kompaniyayên cîhanê.
Beyanameye Şaweys, piştî çend daxûyaniyên berpirsên Bexdadê kû ji aliyê Husên Şehristanî rawêjkarê Malikî bo karûbarên Wize (Enerjî), belav bû, kû di wan daxwiyaniyan de gefê li kompaniya Exon û Total yên di bûyarên petrolê de weberhênanê dikin kirine.
Di beyanameya Şaweys de kû ajansa Kurdistan Aknews belav kiriye, Dr. Roj tekez li ser wê dike kû li gorî destûrê, samanên sirûştî, yên Iraqê mulkê hemû gelê Iraqêye û mafê hîç aliyekî nine kû wê birêve bibe yan biryar li ser bide.
Beyaname herweha dibêje kû, ew daxûyaniyên kû gefan li kompaniyayên navdarên cîhanî dixwe, kû li herêmê kar dikin, dihêle kû wan kompaniyan ji tevahiya karê li Iraqê sar dike û wêneyekî nerênî bo hemû weberhêneran û li hemû bûwaran de derdixe.
Herweha got kû ev şêwazên gefeyan û daxwiyaniyên weha nakokiyên navbera aliyên siyasî pirtir dike û bi serde jî dibe sedema derketina arîşeyên nû.
