Li girtîxaneyê şewat: 272 mirî
Li Hondurasê di girtîxaneya Comayaguayê de şewat derket û di encamê de zêdetirî 100 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Berpirsiyarê Agirkujiyê ji ajansa nûçeyan Spanî Efe re got: “Piraniya girtiyan ji dûmanê fetisîne û hinekan jî ji şewatê jiyana xwe ji dest dane.” Hate ragihandin ku, bi dehan kes di nexweşxaneyan de tê dermankirin û malbatên girtiyan destnîşan kirin ku, piraniya girtiyan xwe ji ser banê girtîxaneyê avêtine û bi vî awayî felitîne.
Di derengiya şeva sêşemê de, agir girtibû girtîxaneyê û ekîbên agirkujiyê bi zorê şewat xistin bin kontrolê. Hê nehata eşkere kirin ku sedema şewatê ji îsyana girtiyan e yan ji ber elektrîkê ye. Lê medyaya Hondurasê destnîşan dike ku hin rayedaran gotiye ji îsyana girtiyan şewat derketiye.
Ajansa Reuters jî diyar kir ku di encama şewatê de 272 girtî şewitîne û jiyana xwe ji dest dane. Rayedarekî rizgarkirinê ji Reutersê re got, di hucreyan de zêdetirî 100 term hene.
Rudaw
