• Thursday, 05 February 2026
logo

Ger PKKyiyên li Qendîl bên tunekirin, wê pirs çareser bibe!

Gulan Media February 15, 2012 Nûçe
Ger PKKyiyên li Qendîl bên tunekirin, wê pirs çareser bibe!
Nûnerê Herêma Kurdistanê yê li Washingtonê Qûbad Talabanî diyar kir ku li Tirkiyê milyonek PKKyî hene û got: “Ger hun PKKyiyên li Qendîlê tune bikin, wê pirs çareser bibe?”

Nûnerê Herêma Kurdistanê yê li Washingtonê Qûbad Talabanî ji ji rojnameya Haberturk a Tirkiyê re besha têkilên Tirkiye û İraqê kir.

Qûbad Talabanî diyar kir ku ger 3 hezar PKKyiyên li Qendîlê bên tunekirin jî pirs çareser nabe û wiha pêdeçû: “Em bêjin sibe operasyon hat kirin û 3 hezar PKKyiyên li Qendîlê hatin tunekirin. Gelo wê pirs çareser bibe? Wê çi li milyonek PKKyiyên li Tirkiyê bê?”

Talabanî diyar kir ku di mijara PKK’ê de hevkariya Tirkiyê dikin, lê arîkariya leşkerî nekirine.

Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Washingtonê diyar kir ku ji bo PKK nekeve bajarên Tirkiye û Bakurê İraqê (Herêma Kurdistanê) tişta ji destê wan tê dikin û wiha got: “Me bi vekirî ji her kesê re got ku axa welatê me ji bo êrişa li dijî welatên cîran nayê bikaranîn.”

Talabanî diyar kir çareserî bi rêyên leşkerî çênabe û wiha got: “Li Qendîlê Seddam di êrişên leşkerî de bi ser neket… Çareserî şer û çekan derbas dike. Pirsa nasname, dîrok, siyaset, çand û … Pirsekî navxwe ya Tirkiyê ye û ger Enqere ji bo çareseriyê piştgiriyê ji me bixwaze, emê ji vê yekê keyfxweş bin.”
Top