Di şerekî de li Kobanî serokê istîxbaratê hate kuştin
şerkekî bi sîlehan derket.
Di encama wî şerî de serokê Istîxbarata Hewayî (Emin Cewî) Abu Maaz hate kuştin.
Her wiha hemwelatiyekî ku di dema şer de di wê derê re derbas dibû, bi navê Farûq Îsa hate kuştin.
Jêderekê ji Kobanî ji malpera Avesta re ragihand ku destpêkê şer di navbera çekdarên PYD û zarokên malbata Hacik Elo Begarî de derketiye, ev malbat bi pêwendiya xwe ya bi dewletê re tê naskirin.
Piştre dema ku hêzên istîxbaratê ev malbat parastine, şer derbasî navbera PYD û Istîxbarata Hewayî bû ye.
