• Thursday, 05 February 2026
logo

Holenda Konsulusxaneya Xwe Li Hewlêrê Vedike

Gulan Media February 15, 2012 Nûçe
Holenda Konsulusxaneya Xwe Li Hewlêrê Vedike
Duh Serokê Parlementoya Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî pêşwaziya Konsulusê Holendayê yê li Bexdayê kir.

Di destpêka hevdîtinê de Kerkûkî bi germî pêşwaziya Konsulusê Holendayê kir û hêviya serkeftinê ji nav hatî re xwest.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Konsulusê Holendayê jî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir û ragihand ku, Kurdistan di her warî de gelek bi pêş ketiye û ev yek jî dibe sedema kêfxweşiya me.

Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku, bi mebesta bihêztir kirina peyvendiyên siyasî, abûrî, bazirganî û civakî û çandî yên di navbera Holenda û Kurdistanê de Hikûmeta Holendayê biryar daye daku, di rojên pêş de Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê vebike.

Di dawiya vê hevdîtina han de Serokê Parlementoya Kurdistanê jî kêfxweşiya xwe li hember vê biryara Hikûmeta Holendayê diyar kir û ragihand ku, Hikûmet û Parlementoya Kurdistanê amadene ku, di her warê de hevkarî û karasaniyên pêwîst pêşkêşî Konsulusxane û kompaniyên Holendî bikin.
Top