• Thursday, 05 February 2026
logo

Felah Mistefa : hikumeta Herêmê 13 nuneratî li dervey welat hene

Gulan Media February 14, 2012 Nûçe
Felah Mistefa : hikumeta Herêmê 13 nuneratî li dervey welat hene
Jibo xûyakirin û haydarkirina revenda kurdistanê û alî yên fermî bi hejmara nuneratîyên Hikumeta Herêma Kurdistanê li derve, Felah Mistefa berpirsê peywendî yên derveyên Hikumeta Herêmê di daxûyanî yekê de jibo sazîyên ragihandinê got: em wek fermangeha peywendî yên derve ya hikumetê ku alîyekî havldarîn , erka serekîya me, darêjtina sitratîjîyek û pilaneke jibo peywendî ya digel ciîhana derve di kivana sîyaseta derveya Iraqa Fedral de û serperiştîya nuneratîyên hikumeta herêmê li derveya welat bikîn.

Herweha xûyakir di vê derfetê de bi pêwîst dizanim ku tev alîyekî agehdar bikim ku niha Hikumeta Herêma Kurdistanê li 13 welata nuneratî heye ku bi vî awayê xwarê ye: ( Emrîka,Berîtanya,Komara Îslamî ya Iranê,Ustiralya, Italya, Elmanya Fedral, Ispanya,Ferensa,Siwîsra, Beljîka,Nemsa,Swêd,Rusya Fedral) ji bilî van welata me tû nuneratî li tû welatên din nine.

Li dawî ya daxûya xwe de Felah Mistefa ragihand: em wê berdewam bîn li ser bizavên xwe jiboy di çarçoveya parastnan berjwendî yên herêma Kurdistanê de û bêtir giringî dan bi revenda kurdistanê di dahatî de nuneratî yên nu vebikîn.
Top