• Thursday, 05 February 2026
logo

Şandeke hevbeşe perleman Berîtaanya û Sikotlenda serdana fermangeha peywendîyên derve kir

Gulan Media February 14, 2012 Nûçe
Şandeke hevbeşe perleman Berîtaanya û Sikotlenda serdana fermangeha peywendîyên derve kir
Duh, Şandeke hevbeş ya perlemana Berîtanya û Sikotlenda yê serdana fermengeha peywendî yên derveyên Hikumeta Herêma Kurdistanê kir û ji lî yê Felah Mistefa berpirsê peywendî ya hat pêşwazî kir.

Di dîdarekê de, Felah Mistefa ronî xiste ser qûnxên sîyaseta derveya Hikumeta Herêmê û got:ew sîyaset ta niha di kivanan sîyaseta derveya Iraqa Fedral de birêve çoye.

Herweha seberet peywendî sîyaseta herêmê li hember welatên navçeyê û Cîhanê xûyakir ku Hikumeta Herêma Kurdistanê sîyaseteke ron û eşkire hehye , ew jî girêdana hevbendîyên dostatî li ser berjewendî yên hevpişk digel tev welat û bi taybet welatên derdor û mifa wergirtin ji ware sîyasî û aburî û kilturî.

Di hemberê de perlemantarên Berîtany û Sikotlendî şabun xwe jibo serdanan kurdistanê dîyar kir û pêşketinên ku di tev wara de çêbune bilind nirxandin. Herweha base bizavên xwe kir yên vê dawî yê sebret çareser kirina kirîza sîyasî li Iraqê û peywendî yên navbera hikumeta herêma kurdistanê û welatên deverê û rola nuneratî ya hikumeta herêmê li Berîtanya jî di ware xûrt kirin peywendî ya de giring nirxand.

Li dawî yê şanda navhatî tekez kir ku wê peyam û helwîsta hikumeta herêma kurdistanê bi gehînin perlemanan Berîtanya û Sikotlendayê jibuna bêtir haydarbunê li ser sîyaseta derveya hikumeta herêma kurdistanê û hêş bihêz kirina peywendî yên herdu alî ya.
Top