• Thursday, 05 February 2026
logo

Emar Elhekîm Serdana Şaxê 17an A PDK Kir

Gulan Media February 13, 2012 Nûçe
Emar Elhekîm Serdana Şaxê 17an A PDK Kir
Îro Serokê Civata bilind ya Îslamiya Îraqê Emar Elhekîm tevî heyetek serî li baregeha şaxê 17an a partiya demokrata Kurdistanê li Devera Şengalê da û ji aliyên Berpirs û karmendên vê şaxê han ve hate pêşwazîkirin.

Piştî merasima pêşwaziyê jî Emar Elhekîm bi Serok Eşîrên vê Deverê re civiya.

Di vê civîna han de Emar Elhekîm behsa peyvendiyên Dîrokî yên di navbera malbeta xwe û Mele Mistefa Barzaniyê Nemir de kir û rol û xebata Serok Barzanî bo awedan kirin û damezrandina Îraqa nû bi roleke girîng û Dîrokî wesif kir.

Hekîm di berdewamiya axaftinên xwe de balkêşande ser rewşa niha ya Îraqê û daxwaz kir ku, aliyên siyasî yên Îraqê bo baştir kirina rewşa Îraqê bihevre bixebitin û çanda jihev fêmkirin û lêbûrînê di nava xwe de bi pêş bixin.
Top