Bi Amade Bûna Serok Barzanî Salvegera Şoreşa Îranê Li Hewlêrê Hate Bîr Anîn
Di destpêka vê merasima han de Konsulusê Îranê yê li Hewlêrê Seyêd Ezîm Husênî peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser Şoreş û destkeftên Şoreşa han li Îranê de.
Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa hin kar û çalakiyên girîng yên Komara Îslamiya Îranê kir û balkêşande ser proje û planên xizmetgozarî ku, ji sala 1979an de heta niha ji aliyê Şoreşa Îranê ve hatine cîhbicîhkirin.
Piştî bi dawî bûna gotara Konsulusê Îranê, Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Kawe Mehmûd jî li ser navê Hikûmeta Kurdistanê peyvek pêşkêş kir û ragihand ku, îro li Hewlêrê serkeftina Şoreşek bibîr tênîn ku, di Dîroka Gelên Îranê de bûye weke xaleke girîng ya guherînê.
Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de ev yek jî diyar kir ku, hêvî dikim ev guhertinên ku, li Deverê de diqewmin li gorî berejwendiyên Gel bin û îradeya Gel di wan guhertinan de were esasgirtin.
Piştî bi dawî hatina gotara Kawe Mehmûd jî bi awayekî dataşo Dîroka Şoreşa Komara Îslamiya Îranê hate nîşandan.
Tê zanîn ku, di sala 1979an de bi Serokatiya Xomeynî Gelên Îranê Şoreşa xwe biser xistibûn.
