• Thursday, 05 February 2026
logo

Sûriye: Li Helebê doktorekî Kurd hate terorkirin

Gulan Media February 11, 2012 Nûçe
Sûriye: Li Helebê doktorekî Kurd hate terorkirin
Di roja 9/2/2012`an de, li bajarê Helebê, Dr. Şêrzad Hac Reşîd, dema ku ji karê xwe vedigeriya malê hate revandin û piştre hat terorkirin.

Li gor zanyariyên ku hatine belavkirin, li bajarê Helebê li taxa Sebîlê li pêş nexweşxaneya Emel ya tê de kar dikir, tev otomobîla wî ji aliyê hin kesên nenas ve hatibû revandin, û roja 10-2-2012`an bi guleyekê kuştî li derveyî Helebê hat dîtin û otomobîla wî jî hîna nehatiye dîtin.



Hêjayî gotinê ye pijîşk Şêrzad Hac Reşîd bin Salih ji gondê Elemdara ya ser bi navçeya Kurdax /Efrînê/ 8/1/1987`an ji dayîk bûye û dîploma pijîşkiyê sala 2011`an li zanîngeha Helebê bi dest xistiye.



Hate zanîn ku Dr. Şêrzad Reşîd endamekî Partiya Yekîtiya Kurd ya Demokratîk li Sûriyê ye. Ta niha jî nehatiye zanîn ku ew ji aliyê kê ve hatiye kuştin.


Sekreterê wê partiyê, M. Şêx Alî di daxuyaniyeke xwe de ragehand ku deselat û hin alî dixwazin nakokiyê têxin nava Kurdan û divê haya Kurdan ji wan planan hebe.

Li gor peyamnêrên Xendanê, gelê Efrînê pir xemgîn bûye û hemû alî jî deselata Sûriyê û hêzên wê tawanbar dikin.

Xendan
Top