• Thursday, 05 February 2026
logo

HPG: Li Çelê 43 leşker hatin kuştin

Gulan Media February 11, 2012 Nûçe
HPG: Li Çelê 43 leşker hatin kuştin
Hêzên Parastina Gel (HPG) da xuyakirin ku gerîlayan êriş birine ser gelek baregeh, qereqol û noqteyên leşkerî yên li Çelê û di encamê de herî kêm 43 leşker hatine kuştin û 4 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dane.

HPG ku baskê leşkerî yê PKKê ye, derbarê çalakiya Çelê ya roja 9’ê sibatê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku, hêzên wan di demjimêr 02:15’ê de êriş birine ser qereqola bi navê 49 û deh no1teyên dîtir. Li vê derê 8 senger hatine tunekirin û piraniya 70 leşkerên ku li wan deran bûn hatine kuştin. Herwiha gerîlayan dest danîne ser 1 çekê BCK, 1 çekê G-3 û çekekê bombeavêj.

HPGê da xuyakirin ku di encamê çalakiyê de 4 milîtanên wan ên bi navê Hevile Îzer, Saim Gonul, Umran Balkan û Muharrem Omoyimilan jî jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de tê eşkerekirin ku, piştî çalakiyê artêşa Tirk, devera Zapê daye ber topan.

Derbarê ronîkirina bûyera Hezoya Êlihê ku hatibû îdiakirin 5 PKKî hatine kuştin jî HPGê daxuyanî da. Tê destnîşankirin ku, li zozanên Gomika ya Hezoyê, artêşa Tirk tevî tîmên taybet operasyon pêk anîne û di encamê de 5 endamên wan jiyana xwe ji dest dane. HPGê da xuyakirin ku di bûyerê de gerîlayên bi navê Lezgîn Oztekin, Newzat Acar, Osman Guneş û 2 gerîlayên ku navên wan hê diyar nebûne jiyana xwe ji dest dane.

ANF
Top