Leşkerên Îranê qaçaxvanekî din jî kuştin
Reşat Karahançer ku li taxa Xaçorta Wanê rûdinişt û piştî erdheja wanê çûbû ba xizmên xwe yên gundê Şerefxanê ya navçeya Saraya Wanê li ser sînorê Îranê ji hêla leşkerên Îranê ve hat kuştin. Karahançer, şeva borî tevî du hevalên xwe bi armanca anîna mazotê ber bi Îranê ve birê ketin û 2 kîlometre nêzîkî sînorê Îranê rastî êrîşa leşkerên Îranê hatin. Karanhançer di cihê bûyerê de jiyana xwe ji dest da û hevalên wî Aziz Beled û Metin Uste jî dîl hatin girtin. Ji 2 kesên ku dil hatine girtin tu agahî nîne.
Termê Reşat Karahançer piştî otopsiya li nexweşxaneyê, li taxa Selimbeya Wanê hate veşartin. Bavê wî Kazim Karahançer got, kurê wî ji bo debara malê neçarî qaçaxvaniya mazotê bûye û leşkerên Îranê ji bo bîdoneke mazotê kurê wî kuştine û wiha axivî: "Kurê min înfaz kirin. Lê her kes bêdeng e. Êdî bes e. Êdî bila ev hovîtî xelas bibe." Dayika Karahançer Gulper Karahançer jî bertek û hawarên xwe wiha anîn ziman û got: "Êdî bes e. Ev êşa ku min kişand bila kesekî din nekişîne. Bila her kes li hemberî vê kuştinê dengê xwe bilind bike."
Rudaw
