Rapirsîna li Diyarbekirê: Divê kurdî bibe zimanê fermî
Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî ya SAMERê ku navenda wê li Diyarbekirê ye, piştî axaftina cîgirê serokwezîrê Tirkiyê, Bulent Arinç, a derbarê zimanê kurdî de, rapirsînek da destpêkirin.
Di rapirsînê de piraniya mirov weke Bulent Arinç nafikirin û dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî. Rapirsîn li navçeyên Sûr, Yenîşehir, Baxlar û Peyasê yên ser bi Diyarbekirê bi 113 jin û 141 mêran re rû bi rû hate kirin. Di rapirsînê de du pirsên “Di makeqanûna nû de divê zimanê fermî hebe?” û “Di makeqanûna nû de divê zimanê perwerdehiyê çi be?” hatin kirin.
Li gorî encamên rapirsînê, 87% beşdarvanan xwestin ku zimanê kurdî jî li gel zimanê tirkî bibe zimanê fermî. Her wiha ji beşdaran 53% xwestin hemû perwerdehî bi zimanê zikmakî pêk bê û ji sedî 22 jî xwestin tirkî û kurdî bi hev re bibin zimanê perwerdehiyê. Hejmara kesên ku xwestin perwerdehî tenê bi tirkî be ji sedî 21 e. Lê ev kes jî dixwazin zimanên din bi awayeke bijarte bên hînkirin û tu kes li dijî hîndekariya ziman dernakeve.
AKnews
