Jinan avahiya AKP’a Rihayê dagir kir
Jinên ku ji ber sedema tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonê leşkerî û siyasî avahiyên AKP’ê dagir kirin. 7 jinên ku avahiya AKP’a Rihayê dagirkirîn, ji aliyê rêveberên AKP’ê ve bi zorê derxistin ji derve. Polîsên ku avahî dorpêç kirîn, li ber avahiyê rageşî didome.
Her wiha avahiya AKP’ê ya Wêranşarê jî ku ji aliyê jinan ve hatî dagirkirin, polîsan dorpêç kiriye. BDP’yî jî hatin avahiya AKP’ê û jinên ku avahiya AKP’ê dagirkirîn, xwestin bi Serokê AKP’ê navçeyê re hevdîtinê pêkbînin. Çalakiya jinan ya li vê derê hêjan didome.
ANF
