• Thursday, 05 February 2026
logo

"Li Sûriyê 49 endamên MÎT a Tirkiyê hatine girtin"

Gulan Media February 9, 2012 Nûçe
Tê îdîa kirin ku, li Sûriyê 49 kesên karê îstîxabartiyê dikin û bi ser dezgeha MÎT'ê ya Tirkiyê ve ne, hatine girtin.

Çapemeniya Sûriyê îdîa kir ku hêzên rêjîma Sûriyê 49 kesên girêdayî MÎT'ê ya Tirkiyê û bi veşartî karê îstîxbaratiyê li Sûriyê dikin, girtine.

Her wiha çapemeniyê da diyar kirin ku, ji bo serbest berdana van kesan hevdîtin di navbera Sûriyê û Tirkiyê de dibin. Lê aliyê Sûriyê red kiriye van kesan serbest berde heta ku Tirkiyê merc û daxwazên Sûriyê bi cîh bîne.

Sûriyê ev merc dane pêşiya Tirkiyê; 1. Divê Tirkiyê fermandarên ku bûne endamên Artêşa Azad radest bike 2. Divê Tirkiyê dawî li perwerdeya leşkerî ya dide Artêşa Azad bîne 3. Divê Tirkiyê nema destûr bide endamên Artêşa Azad derbasî xaka Sûriyê bin.

Avestakurd
Top