• Thursday, 05 February 2026
logo

Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarê çalakiya li Çelê

Gulan Media February 8, 2012 Nûçe
Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarê çalakiya li Çelê
HPG’ê ragihand ku di encama çalakiya wan a li hemberî 10 bingehên leşkerî yên li navçeya Çelê ya Colemêrgê de gelek leşkerên Tirk hatine kuştine. HPG’ê ragihand ku li hin cihan şer berdewam dike.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê derbarçê çalakiya gerîlayan a li navçeya Çelê ya Colemêrgê de daxuyaniyekê da û ragihand ku gerîlayan bi ser 10 hedefan de girt.

HPG’ê di daxuyaniya dayî de got; “Di 9’ê Sibatê de ber destê seharê li navçeya Colemergê Çelê li dijî gelek baregehên leşkerî yên artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyên hemwext hate lidarxistin.”

HPG’ê di berdewama daxuyaniyê de got; “ Di encama çalakiyên hîn jî berdewam dike de gelek leşkerên dijmin hate kuştin û hin amûrên leşkerî jî hate desteserkirin. Herweha di van çalakiyan de gelek çek û cepxane jî ji aliyê gerîla yê me ve hate rûxandin. Di derbarê vê çalakiyê de di demeke kurt de em ê agahiyan ji raya giştî re eşkere bikin. Di vê çalakiyê de 4 gerîlayên me jî gihîştine şahadetê.”

ANF
Top