• Thursday, 05 February 2026
logo

Hêmin Hewramî: Piştgîriya Guhertina Destûra Tirkiyeyê Dikin

Gulan Media February 9, 2012 Nûçe
Hêmin Hewramî: Piştgîriya Guhertina Destûra Tirkiyeyê Dikin
Di çarçoweya serdana xwe ya ji bo Tirkiyeyê de îro Berpirsê peyvendiyên Derve yên partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî beşdariya bernameyeke raste rast ya kanala NTV ya Tirkiyeyê kir û bersif da çendîn pirsên Rojnamewanan.

Di destpêka vê bernameya han de Hewramî armanca serdana xwe bo Tirkiyeyê û civîn û hevdîtinên vî yên bi part û aliyên siyasî yên Tirkiyeyê re rave kir û ragihand ku, em weke partiya demokrata Kurdistanê bi her awayî li dijî rêya leşkerî bo çareser kirina kêşeya Kurdin.

Hewramî ev yek jî eşkere kir ku, ti careke din vê Kurd şerê Kurd neke û em daxwazê ji PKKê jî dikin daku, agirbesteke demdirêj diyar bike û pêwîste dev ji girtin û zîndanî kirin û bertesk kirina Sînurên azadî berde.

Hewramî her weha diyar kir ku, ev weke partiya demokrata Kurdistanê piştgîriya guhertina destûra bingehîn ya Tirkiyeyê dikin û ji bo meseleya Sûriyeyê jî em li gorî berejwendiyên Kurd li vê welatî li vê meseleya han dimizînin.

Hewramî di dawiya axaftinên xwe de jî got; îro roja 40an a bûyera Şehîd kirina welatiyên sivîl li Şernaxêye lewre em hevxemî û perseya xwe pêşkêşî kesûkarên wan şehîdan dikin.
Top