• Thursday, 05 February 2026
logo

Berpirsê peywendî yên derve digel cêgirê balyozê Ustiralya li Iraqê civî ya

Gulan Media February 9, 2012 Nûçe
Berpirsê peywendî yên derve digel cêgirê balyozê Ustiralya li Iraqê civî ya
Bi merema xûrtkirina peywendî ya digel herêma kurdistanê iro birêz Dîvîd Lîvîngiston cêgirê balyozê Ustiralya li Iraqê serdana fermaangeha peywendî yên kir û ji alî yê Felah Mistefa berpirê peywendî yên hat pêşwazî kirin.

Di hevdîtinekê de ku Karwan Cemal cêgirê berpirsê peywendî yên derve û Girîk Îgnz sekretêrê balyozxaneya Ustiralya amadebun, şanda Ustiralî şabuna xwe dîyar kir bi bi vê serdanê û pêşketinên li herêma kurdistanê di tev waran de ragihand.

Felah Mistefa berpirsê peywendî yên derve base nerîna hikumeta herêma kurdistaanê sebaret peywendî yên derve digel welatên cîhanê kir , herweha ronî xiste ser serbora sîyasî li herêmê û gavên wê beref demokrasîbunê û sepandina binemayên mafê Mirova.

Mistefa amaje bi rewşa sîyasî li Iraqê û dawî buyerên deverê û peywendî yên navbera Hewlêr û Bexdayê da û vekirina nuneratî ya Ustiralya li herêma kurdistanê jî û beşdarîkirin di pirosêsa avedankirinê de bi karekî giring da zanîn.

Ji lîyê xweve Cêgirê balyozê Ustiralya rola serokatîya sîyasî ya herêmê kurdistaanê di Iraqê û gavên hikumeta herêmê di ware avakirina hevbendî yên dostatî digel welatên cîhanê bilind nirxand.

Herweha got:welatê wî dixaze peywendî yên xwe digel herêma kurdistanê xûrtir bike jiboy alîkarîyên hevbeş.
Top