• Thursday, 05 February 2026
logo

Swêd Konsulusxaneya Xwe Li Hewlêrê Vedike

Gulan Media February 9, 2012 Nûçe
Swêd Konsulusxaneya Xwe Li Hewlêrê Vedike
Serokê Parlementoya Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî pêşwaziya Cîgira balyozê Swêdê yê li Bexdayê Xatû Louis Caly kir.

Di hevdîtineke de Serokê Parlementoya Kurdistanê behsa hevkarî û piştgîriyên welatên Skendînavî kir ku, di rojên dijwar de pêşkêşî Gelê Kurd kirine.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de hêvî xwest ku, peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistanê û welatên Skendînaviyayê de hîn bihêztir bibin û bigehêjin asta pêwîst.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Cîgira balyozê Swêdê yê li Bexdayê jî diyar kir ku, welatê vê dixwaze bi mebesta bihêztir kirina peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re asta Nuneratiya xwe li Kurdistanê bilindtir bike lewre hewl dide daku, Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê vebike.

Li hember de jî Serokê Parlementoya Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hember vê biryara Hikûmeta Swêdê diyar kir û amade bûna Hikûmet û Parlementoya Kurdistanê jî ji bo pêşkêş kirina her cure hevkariyek diyar kir.
Top