• Thursday, 05 February 2026
logo

Otomobîleke hikûmetê li Germiyanê hate teqandin

Gulan Media February 8, 2012 Nûçe
Otomobîleke hikûmetê li Germiyanê hate teqandin
Li bajarokê Kelarê (navenda îdareya Germiyan) otomobîleke Birêveberiya Dovçûna Tundûtûjiya Dijî Jinan li Germiyanê, şeva borî bi rêya narincokekê hate teqandin.

Peyvdarê Birêveberiya Polîsê Kelarê Serberz Omer ji AKnewsê re ragihand, “Piştî ku em şeva borî saat 11 hatine agehdarkirin ku otomobîleke curê Nissan a wê birêveberiyê agir girtiyê, em çûn cihê bûyerê.”

Omer got jî, “Bi hevkariya Asayişa Germiyanê û Birêveberiya Bergiriya Şaristanî ya Germiyanê me karî agir kontrol bikin, ti ziyanên canî jî li pey wê bûyerê nebûn.”

Zanyariyên ku ji nav Birêveberiya Dovçûna Tundûtûjiya Dijî Jinan li Germiyanê derketine amaje dikin ku 5 polîsê birêveberiyê bi mebesta encamdana lêkolînê digela wan, hatine girtin, şofêrê otomobîlê di nav wan de ye.

Omer ew zanyarî red nekirin, lê got, “Li ser wê bûyerê em ti axaftinekê nakin, ji ber dibe ku zirarê bigihîne lêkolînên me.”

Ji bo bêtir şopandina bûyerê, peyamnêrê AKnewsê telefona Birêveberê Birêveberiya Dovçûna Tundûtûjiya Dijî Jinan li Germiyanê Ednan Mihemed kir, lê wî berisiva telefonê neda.
Top