• Thursday, 05 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Koriya Başûr li Iraqê kir

Gulan Media February 8, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Koriya Başûr li Iraqê kir
Duh sêşem 07/02/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Sûk Bûm Park Balyozê Koriya Başûr li Iraqê kir ji bo dawî hatina karê xwe serdan kiribû.

Li hevdîtinê de, behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Koriya Başûr û mekanîzmên pêşxistin û xurtkirina wan pêwendiyan hate kirin ku bi awayekî li berjewendiya her du aliyê dost da bê û li vî warî de Balyozê Koriya Başûr peyama dostayetiya gelê welatê xwe bi Serok Barzanî gihand û spasî cenabê wî kir ku herdem li pêşxistina pêwendiyan de alîkar buye.

Serok Barzanî hewlên Balyoz yê bi navê bi hêzkirina pêwendiyan de bilind nirxand û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û her wiha ji bo dostayetî û alîkariyên li gelê Kurdistanê spasiya gelê Koriya Başûr kir û ragihand ku hemû çîn û tuwêjên gelê me bi çavekî rêz ve temaşa gelê Koriya Başûr dikin.

Li mijareke dinê vê hevdîtinê de tîşk xistin li ser pêşketinên dawî ya pêvajoya siyasiya Iraqê û li vî warî de jî Balyozê Koriya Başûr destpêşxeriya Serok Barzanî bilind nirxand ku Hikûmeta niha ya Iraqê pêkhatiye û ragihand ku ji bo rizgarkirina Iraqê ji wê tengasiya niha çavê hemû aliyê siyasiyan li Serok Barzanî ye û dûpat jî kir ku bi hîkmet û ezmûna Serok Barzanî karîn pêgehekî karîger ji bo Herêma Kurdistanê li Iraqa federal da dirust bikin‌.
Top