Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Koriya Başûr li Iraqê kir
Li hevdîtinê de, behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Koriya Başûr û mekanîzmên pêşxistin û xurtkirina wan pêwendiyan hate kirin ku bi awayekî li berjewendiya her du aliyê dost da bê û li vî warî de Balyozê Koriya Başûr peyama dostayetiya gelê welatê xwe bi Serok Barzanî gihand û spasî cenabê wî kir ku herdem li pêşxistina pêwendiyan de alîkar buye.
Serok Barzanî hewlên Balyoz yê bi navê bi hêzkirina pêwendiyan de bilind nirxand û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û her wiha ji bo dostayetî û alîkariyên li gelê Kurdistanê spasiya gelê Koriya Başûr kir û ragihand ku hemû çîn û tuwêjên gelê me bi çavekî rêz ve temaşa gelê Koriya Başûr dikin.
Li mijareke dinê vê hevdîtinê de tîşk xistin li ser pêşketinên dawî ya pêvajoya siyasiya Iraqê û li vî warî de jî Balyozê Koriya Başûr destpêşxeriya Serok Barzanî bilind nirxand ku Hikûmeta niha ya Iraqê pêkhatiye û ragihand ku ji bo rizgarkirina Iraqê ji wê tengasiya niha çavê hemû aliyê siyasiyan li Serok Barzanî ye û dûpat jî kir ku bi hîkmet û ezmûna Serok Barzanî karîn pêgehekî karîger ji bo Herêma Kurdistanê li Iraqa federal da dirust bikin.
