• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Yunan li Iraqê kir

Gulan Media February 8, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Yunan li Iraqê kir
Duh sêşem 07/02/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Mîrkurîus Karafatiyas Balyozê Komara Yunan li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de, Balyozê Yunan li Iraqê daxwaza welatê xwe ya ji bo kurkirina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê û berfirehkirina asoya pêwendiyan û alîkariya li hemû waran da dupatkir, bi taybetî li warê kiştukal û aborî û bazirganiyê da û balkişand li ser girîngiya pêgeha Herêmê li Iraqa Federal da û xweşhaliya xwe bi hevdîtina Serok Barzanî derbirî û ragihand îro şerefekî mezine ku çavên min bi serkirdeyekî bi navûdengê wekî Serok Barzanî dikevê û cihê xweşhaliyê ye ku wan hemû pêşketinên Herêmê dibînim ku eve jî vedigere ser hîkmet û dûrbîniya vî serkirdeyî. Li Bexda dema me behsa Herêmê dikir hezek li cem min dirust bû ku Herêmê bibînim û ku min Herêmê jî dît ez li wan hemû pêşketinên ku rû dane gelek bi sosret bûm.

Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Balyoz, balkişand li ser pêwendiya dîrokiya di navbera Yunan û Kurd û dûpatkir ku ew pêwendî, pêwendiyekî kevine û gelê Kurdistanê jî bi rêz û hezkirineke mezin ve temaşa wê dîrokê dike û ji bo serketina li karên wî da û her wiha ji bo wan kompanyayên Yunaniyên ku niyaza wan heye beşdarî li zêdetir avadankirina Herêmê de bikin, amadehiya Herêmê jî derbirî ku hemû yarmetiyekî pêşkêş bikin.
Top