• Thursday, 05 February 2026
logo

Kongira hemahengî û hevbeşyê dinêvbera Kompanî yên Yunan û herêmê de hat li darxistin

Gulan Media February 7, 2012 Nûçe
Kongira hemahengî û hevbeşyê dinêvbera Kompanî yên Yunan û herêmê de hat li darxistin
Duh, bi merema hevkarî û hemahengî yê dinêvbera herêma kurdistanê û welatê Yunanê de bi amdebuna bazirganên herêm û serokê Odeya bazirganî û pîşesazî ya Hewlêr û 60 kompanî û hejmareke pisporên Yunanî li Hewlêrê birêveçu.

Li destpêke Sînan Çelebî wezîrê Bazirganî û Pîşesazî yê hikumeta herêma kurdistanê di peyvekê de piştevanî ya wezaretê jibo kongirê dîyar kir û got : herêma kurdistanê ew derfet heye kompanîyên Yunanê beşdaryê di pirosa avedankirnê de bikin.

Di piştre çendîn peyv haatin xwendin û biryare jî li dawîya kongirê Yadaştnameke lihevgehiştinê dinêvbera herdu alî ya de bê Îmza kirin.

Sebest Mihemed rêxerê senterê avedankirin û veberhênana Kurdî Yunanî jibo Pukmedia ragihand: bo dema salekê ye ev senter bi merema anîna kompanî yên Yunanî jibo kurdistanê hatîye Çavakirin û em hewl didîn di warên turîzm û saxlemî û firokevanî û pîşesazî û neft û veberhênanê de kompanî yên Yunanê rakêşîn herêma kurdistanê.

Ji alî yê xwe ve Dîkî Nîkolaw serokê desteka kargêrî û şanda Yunanê bo herêma kurdistanê ragihand:me tev pêzanî li ser herêma kurdistanê hene ku navçeyek pir arame û ew rewşa li kurdistaanê heye ji welatên rojhelata navîn tûneye , jiber wê yekê me biryar wergirtî ye emê bêyn li kurdistanê kar bikîn.
Top