• Thursday, 05 February 2026
logo

Meclîsa Leşkerî ya Sûriyê hate ragihandin

Gulan Media February 6, 2012 Nûçe
Meclîsa Leşkerî ya Sûriyê hate ragihandin
Li gorî belavoka Damezirandina Meclîsa Leşkerî ya Sûriyê, Serokê Meclîsê Mistefa Ahmed El Şêx yê bi pileya (Amîd El Rikin) ku pileya herî bilind bû heta niha ji artêşa rêjîma Sûriyê veqetiyayî.

Di belavokê de hatiye gotin ku, avakirina Meclîsa Leşkerî ji encama merc û rewşa Sûriyê tê de dijî û piştî vetokirina Rûsya û Çîn ji projeya li dijî Beşar El Esed e.

Her wiha Meclîsa Leşkerî di belavoka xwe de Îran û Hibûllah tawanbar dike ku Sûriyê ji xwe re kirine navend û yekser zarok û jinên Sûrî dikujin. Her wiha tê de behs tê kirin ku ev Meclîsa Leşkerî li ser daxwaza dewletên bira û hogir hatiye avakirin ji bo bibe pişt ji gelê Sûriyê re.

Avestakurd
Top