• Thursday, 05 February 2026
logo

Li Silêmaniyê hind erdhejên pie nizim

Gulan Media February 7, 2012 Nûçe
Li Silêmaniyê hind erdhejên pie nizim
Li bajarê Silêmaniyê çend erdhejên biçûk bajêr dihejênin û gel jî hest bi hinek erdhejan kir. Pileya wan erdhejan nizim bû û ti zerer negihand welatiyan.

Rêveberê Meterolojî û Erdhejan ê Silêmaniyê Dara Hesen Ferec ji Rûdawê re got: “Îro saet 09.02’an li gor pileya rehter 3.6 ku 70 kîlometre ji navenda meterolojiyê dûr bû, Hewraman û navçeya Bemo hejand. Herwiha şeva borî jî saet 20.56’an erdhejek bi pileya 2.5 li gor pileya rehterê rojavayê Silêmaniyê hejand û xelkê hest pê kir, lê ti zerer û ziyanek maddî û canî bi xwe nanî.”

Dara Hesen di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Navenda çavkaniya wê erdhejê ji Îranê bo Silêmaniyê, Şarezûr û Hewreman hat. Herwiha pileya wan erdhejan ji 2 pileyan kêmtir bû û xelkê hest pê nekir. Em nadin ragihandinan û emê tenê ji bo arşîvê tomar bikin. Eger na di vê demê de 11 erdhej hatine tomarkirin û welatiyan tenê hest bi 4 erdhejan kiriye.”

Rûdaw
Top