Wezîrê Derve yê Rûsya diçe Şamê
Di demek ku êrişên artêşa Sûriyê yên li dijî bajarê Hûmisê berdewam dikin, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ji bo hevdîtinên ligel Beşar Esed diçe Şamê.
Wezîrê Derve yê Rûsya diyar kir ku armanca serdana xwe ji çapemeniyê re diyar nake, lê Rûsya û Çînê di Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî de pêşnûme biryara şermezarkirina Sûriyê veto kiribûn.
Piştî ku nêzîkatiya Rûsya ya di Konseya Ewlekariyê de bû cihê nerazîbûnan, Moskova diyar kir ku ji bo rewşa Sûriyê di demekî herî kin de bigihe aramiyê di nava hewldanan de ne.
Li bajarê Hûmisê di encama bombebaran artêşê ya li dijî mûxalifetê, bi sedan mirov hatin kuştin.
Nûçegihanê BBC yê li Hûmisê Paul Wood, diyar kir ku di 11 mehên borî de operasyona herî berfirehe ku tê kirin û tirsa welatiyên bajêr heye ku operasyonek bejayî bê dest pê kirin.
Rayedarên Sûriyê êrişa li Hûmisê ya li dijî sivîlan red kirin û got, li bajêr bi dehan terorîst ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine kuştin.
Wezareta Derve ya Amerîka piştî bûyerên vê dawiyê, diyar kir ku balyozxaneya xwe ya li Şamê girtine û erkdarên wan ên li Sûriyê mane, ji ber pirsgirêkên ewlekariyê ji Sûriyê derketine.
Piştî Amerîka biryar girt ku balyozxaneya xwe bigre, Brîtanya jî balyozê xwe yê li Sûriyê paşde zivirand.
Rudaw
